Qedexeya seferên balafiran a li Iraqê 72 saetên din hate dirêjkirin

Midûriyeta Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand ku qedexeya seferên balafiran a li qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetên din hatiye dirêjkirin.

Midûriyeta Hewakariya Sivîl a Iraqê derbarê dema dirêjkirina girtina qada hewayî ya Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetên din jî, li hatin û çûyîna balafiran hatiye girtin. Li gorî daxuyaniyê biryar îro saet 12:00’an ketiye meriyetê.

Heman daxuyaniyê de hate gotin ku biryar di encama nirxandina rewşa herêmê û ewlekariyê de  hatiye girtin û wê li gorî pêşketinan carek din were nirxandin.

Hêjayî gotinê ye ji ber şer û aloziya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka-Îsraîl û Îranê de, Iraq jî di nav de gelek welatên herêmê qada xwe ya hewayî ji çûn û hatina balafirên sivîl re girtiye.